DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Nasnava welatiyê ku li Sûrê hate qetilkirin piştî 12 rojan zelal bû

 
7 Ocak
16:24 2016

AMED (DÎHA) - Nasnameya welatiyê ku di 25'ê kanûnê de li Sûrê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin piştî 12 rojan zelal bû. Hate zanîn ku navê welatiyê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl dihat rawestandin Azîz Îlhan e.

Li navçeya Sûr a Amedê, di roja 25'emîn a dorpêçê de welatiyekî ji ber ku mala xwe terk nekiribû ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Hate zanîn ku navê welatiyê ku ev 12 roj in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl dihat rawestandin, Azîz Îlhan ê 47 salî ye. Îlhan, li mala xwe ya li Taxa Dabanogluyê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Cenazê Îlhan, di encama hewldanên MEYA-DER'ê de ji aliyê malbatê ve hate teşhîs kirin.

Hate zanîn ku Îlhan bavê du zarokan e. Hevjîna Îlhan, Mensurê Îlhan li ber deriyê nexweşxanê ji ber xemginiyê ji ser hişê xwe ve çû. Mensure Îlhan bi van gotinan hêrsa xwe anî ziman: "Me jî bikujin. Ez çend caran çûm taxê lê polîs destûr nedan ku ez biçim malê û hevserê xwe bibînim."

Cenaze ji nexweşxanê hate wergirtin û birin morga Goristana Yenîkoyê. Hate zanîn ku dê cenazê Îlhan sibê saet 10.00'an da were defin kirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR