DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan du birayên çûn ji derve avê bînin qetil kirin

 
7 Ocak
22:48 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Cizîrê ya 25 rojin di bin dorpêça hêzên dewletê de ye, 2 birayên hev Nidar Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ji bo avê bînin malê derketin derve ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin.

Li navçeya Cizîrê dorpêç û rêveberiya awarte 25 rojin berdewam dike. Li taxa Dagkapi ji ber dorpêça dewletê av hatiye qutkirin û welatî bê av in. Welatiyên ji bo avê çûn mala cîranên xwe rastî êrîşa tîmên taybet a çekdarî hatin. Di êrîşa tîmên taybet de birayên hev Nîdar Sumer (17) û Halis Sumer (45) bi guleyên tîmên taybet birîndar bûn. Birayên hev ên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Halîs û Nîdar ên birîndar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

(mae)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR