DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Wêneyê zilmê: Bedenên du ciwanan di bin berfê de

 
8 Ocak
10:45 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê cenazeyên du ciwanên ku di şeva 4'ê Çileyê de ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetil kirin ev 4 roj in ji cihê ku hatine qetilkirin ji ber êrîşên polîsan nikare were girtin. Cenazeyên her du ciwanan ji ber berfa ku dibare di bin berfê de maye.

Li herêma Botanê ku navenda berxwedana rêveberiya cewherî ya gel e, êrîşên tevkujiyê yên hêzên dewletê di asta faşîzmê de berdewam dike. Li navçeyên Cizîr û Silopiyê dorpêç û êrîş bênavber didome û gelê Şirnexê jî bi rojan e ku li ser piyan e. Li Şirnexê jî rewşa awarte bi awayek fiilî berdewam dike. Cenazeyên du ciwanên ku di şeva 4'ê Çileyê de ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin ev 4 roj in ji ber êrîşên polîsan ji cihê ku hatine qetilkirin nikare were girtin. Polîs, cihê ku cenazeyên du ciwanan li wir e bênavber gulebaran dike û destûr nade ku tu kes xwe nêz bike. Li bajarê ku bênavber berf dibare, cenazeyên du ciwanan jî di bin berfê de maye.

Gelê Şirnexê ji bo cenazeyan wergire, li Taxa Dîcleyê çalakiya nobetê da destpêkirin. Malbatên sê siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar jî diyar kiribûn ku heya cenazeyên du ciwanan neyê girtin dê cenazeyên zarokên xwe wernegirin.

Gelê Şirnexê ji bo cenayezan wergire îro jî jiyanê tevizand. Li bajêr, kepeng girtî ne û ajokar jî neçûne ser wesayîtên xwe. Her wiha li bajêr xwendekar jî dibistanan boykot kirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR