DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Sûrê zarokekê 17 salî hate qetilkirin

 
8 Ocak
15:29 2016

AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûr a Amedê zaroka 17 salî ya bi navê Rozerîn Çukur dema derket sikakê rastî êrîşê hêzên dewletê hat û bi guleya ku li serê wê ket hate qetilkirin.

Dorpêç û qedexeya li navçeya Sûr a Amedê di roja 38'emîn de berdewam dike û êrîşên polis, leşker û tîmên taybet ên li taxên qedexekirî bênavber didome. Li navçeya ku li gel topbarana giran welatî malên xwe terk nakin, zarokekê din jî ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Hate ragihandin ku li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf a Taxa Fatîhpaşa, zaroka 17 salî ya bi navê Rozerîn Çukur dema derket sikakê rastî êrîşê hêzên dewletê hat. Hate zanîn ku Çukur, bi guleya ku li serê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Hate ragihandin ku welatî, cenazê zaroka hatî qetilkirin birine malekê.

Her wiha hate diyarkirin ku li Taxa Hasirliyê jî di encama topbaranê de gelek mal xisar dîtine û ji taxê dûxan bilind dibe.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR