DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê êrîşên tevkujiyê: 2 welatî hatin qetilkirin

 
8 Ocak
15:45 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Taxa Nur a Cizîrê ku di bin êrîşên tevkujiyê yên hêzên dewletê de ye welatiyên bi navê Tayfur Yaşli û Şivan Mungan hatin qetilkirin. Li Cizîrê di nav 26 rojên dawî de 37 welatî hatin qetilkirin.

Li Cizîra Botan, hikumeta AKP'ê ji bo vîna azadiyê ya gelê Kurd bişkîne bi destê leşker û polîsan her roj êrîşên tevkujiyê dike. Di roja 26'emîn a rewşa awarte de li navçeyê du welatiyên din jî hatin qetilkirin. Li Taxa Nûrê ku ji duh êvarê ve ye di bin topbaran û gulebaranê de ye, welatiyên bi navê Tayfur Yaşli û bavê du zarokan Şivan Mungan hatin qetilkirin. Cenazeyên Yaşli û Mungan ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin.

Li Cizîrê di êrîşên tevkujiyê de, tenê di 26 rojên dawî de 37 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

Duh êvarê jî Nîdar Sumer (17) û kekê wî Halîs Sumer (45) dema ji bo av bînin diçûn mala cîranan, di êrîşê tîmên taybet de hatibûn qetilkirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR