DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan dest bi revandina cenazeyan kirin

 
9 Ocak
15:50 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsan cenazeyên Mehmet Mete (11), Aydin Mete (16) û Omer Maslu yên li Sîlopiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin ji ber qedexeyan malbatan nekarîn definkirin li mizgeftê dihatin rawestandin revandin.

Polîsan cenazeyên Mehmet Mete (11), Aydin Mete (16) û Omer Maslu yên li Sîlopiyê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin ji ber qedexeyan malbatan nekarîn definkirin li mizgefta Hz. Huseyîn a taxa Şehîd Harun dihatin rawestandin revandin. Tîmên taybet ên ku cenaze numere kirin bêyî ku agahî bidin malbatan cenaze wergirtin. Cenaze birine kû derê nayê zanîn.

Oer Masluyê 70 salî ku canezeyî wî hate revandin dema ku li mala xwe nimêj dikir ji aliyê tîmên taybet ve hatibû qetilkirin. Mehmet Mete di 21'ê kanûnê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, Aydin MEte jî dema ku ji malê derketibû piştî 4 rojan di 6'ê çileyê de cenazeyê wî li kolanê hatibû dîtin.

Bi guhertina ku di rêziknameya Saziya Tiba Edlî hate kirin de pêşiya cenazeyên ku di nava 3 rojan de ji aliyê malbatan ve neyên girtin dê ji aliyê amîrên mulkî ve bên definkirin hate vekirin.


(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR