DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê 2 ciwan di topbaranê de hatin qetilkirin

 
9 Ocak
17:37 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Taxa Cudî ya Cizîrê di êrîşên hêzên dewletê de guleya topê li malekê ket û ciwanên bi navê Murat Ekîncî (24) û Murat Egul (24) jiyana xwe ji dest dan.

Li Cizîra Botan li hemberî berxwedana gel komkujiyên hêzên dewletê berdewam dike. Li Taxa Cudiyê, di topbaranê de guleya topê li malekê ket û ciwanên bi navê Murat Ekîncî (22) û Murat Egul (24) bi parçeyên şarapnelê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo cenazeyên ciwanan were rakirin welatî li benda ambulansê ne.

Her wiha, li Taxa Nurê jî welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Erdînç di gulebarana polîsan de birîndar bû. Erdînç bi ambulansê rakirin nexweşxanê.

Cenazeyên Tayfur Yaşli û Şivan Cebraîl Mungan ên ku duh li Taxa Nurê hatin qetilkirin jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR