DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê di nav 2 rojan de kuştina şeşemîn

 
10 Ocak
16:02 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê ciwanê bi navê Alî Bagdur di gulebarana leşker û polîsan de hate qetilkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî vîna rêveberiya cewherî ya gel berdewam dike. Di gulebarana leşker û polîsên ku Taxa Nur dorpêç kirine, ciwanek din jî hate qetilkirin. Tîmên taybet, li Taxa Nûrê ciwanê bi navê Alî Bagdur (25) birîndar kir. Piştî ku Bagdur birîndar bû, leşker û polîs bi dehan gule berî Bagdur dan û ew qetil kirin.

Cenazeyê Bagdur ji aliyê welatiyan ve hate rakirin. Welatî ji bo cenazê wergire li benda ambûlansê ye.

Li Cizîrê ji duh heya îro 6 welatî dî êrîşên leşker û polîsan de hatin qetilkirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR