DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Welatiyê ku çû cenazê wergire jî birîndar kirin - HATE NÛKIRIN

10 Ocak
17:54 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Welatiyê bi navê Haci Elçîn ê ku di saetên nîvro de dema welatî hewl dan cenazê Alî Bagdur wergirin di êrîşê hêzên dewletê de birîndar bû tedawiya wî li nexweşxanê berdewam dike. Mehmet Şîrîn Erdînç ê duh birîndar bûyî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku operasyonên tevkujiyê yên li hemberî vîna gel bênavber berdewam dike. Di saetên nîvro de welatiyên ku çûn cenazeyê Alî Bagdur ê ku li Taxa Nur di êrîşê tîmên taybet de hate qetilkirin wergirin, rastî êrîşê hatibûn û welatiyê bi navê Haci Elçî jî birîndar bibû. Elçî, destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hate ragihandin ku rewşa Elçî giran e.

Her wiha, welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Erdînç ê ku duh bi guleya tîmên taybet birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî jiyana xwe ji dest da.

Tevî Erdînç, li Cizîrê di du rojên dawî de 7 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.

(sy)



EN ÇOK OKUNANLAR