DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Geverê hovîtî: TOMA'yê serê welatiyekî pelçiqand

 
12 Ocak
11:37 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê TOMA'yê serê welatiyekî 40-45 pelçiqand û qetilkir. Welatiyên ku xwestin cenaze bigirin jî bi wesayîtên zirxî hatin gulebarankirin. Li navçeyê pevçûnan dest pê kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di têketina kolana Eczaneler TOMA'yê li welatiyê temenê wî 40-45 salî ye xist. TOMA'yê serê welatî pelçiqand û qetil kir. Piştî deme kurt bi hezaran kes li kolana Eczaneler kom bû. Tîmên taybet ên hatin cihê bûyerê jî bi wesayîtên zirxî ve gel gulebaran kirin. Girseyê bi keviran xwe parast û li ser înfazê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî bersiv da tîmên taybet û li navçeyê pevçûn dest pê kir.

Pevçûn li tevahiya navçeyê belav bû û cenazeyê welatiyê hate qetilkirin hê jî li erdê ye.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR