DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Kekê Aydin Erdem jî hat înfaz kirin

 
12 Ocak
23:39 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Kekê xwendekarê zanîngehê Aydin Erdem ku di sala 2009'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, Cengîz Erdem ê rêveberê DBP'ê ye jî derket holê ku di nav kesên li Qoserê hatin înfazkirin de ye.

Li taxa Turgut Ozal ya Qosera Mêrdînê danê êvarê tîmên taybet li wesayîtekê gule barandin û 4 kes înfazkirin. Hat zanîn ku kekê Aydin Erdem ku di sala 2009'an de li Amedê ji aliyê tîmên taybet ve hatibû qetilkirin, Cengîz Aydin jî di nav 4 kesên hatin qetilkirin de ye. Cenazeyê Cengîz Erdem ê rêveberê DBP'ê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat teşhîskirin.

Rêveberê DBP'ê Erdem, di 12'ê kanûnê de dema taxa Firata Nisêbîna di bin sepanên OHAL'ê de bû zîyaret kiribû û li wir bi endamê PM'a DBP'ê Firat Alokmen ve hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibûn berdan.

(gka)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR