DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizirê kesek li ber mala xwe hat qetilkirin

 
13 Ocak
15:32 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîra ku êrîşên topan berdewam dikin, welatiyê bi navê Abdulselam Yilmaz bi perçeyên şarepnelê topekê jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîra Şirnexê ku ev 31 roj in li hember rêveberiyên cewherî êrîşên dijwar pêk tên top tên avêtin. Welatiyê bi navê Abdulselam Yilmaz ê li ber mala xwe ya taxa Nûrê bû dema topek hat avêtin perçeyên şarepnelê li laşê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yilmaz ji ber ku ambulans nehat taxê ranekirin nexweşxanyê.

Her wiha cenazeyê welatiyê bi navê Mehmet Şirin Erdinç ku di 9'ê Çileyê de li taxa Nûrê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenazeyê Erdînç li gundê Kirizê ji aliyê gelek welatiyan ve hat definkirin.

(gka)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR