DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Nasnameya kesek din ê ku li Qoserê hate înfazkirin diyar bû

13 Ocak
18:46 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Hate zanîn ku yek ji 4 kesên ku duh êvarê li navçeya Qoser a Mêrdînê di gulebarana polîsan de hatin înfazkirin, Selahattîn Aras e.

Nasnameya kesekî din ê ku duh êvarê li navçeya Qoser a Mêrdînê, hêzên dewletê wesayîta wan gulebaran kir û hate înfazkirin diyar bû. Piştî bûyerê hatibû zanîn ku yek ji kesên di nav wesayîtê de rêvebirê DBP'a Qoserê Cengîz Erdem e. Hate zanîn ku ji 4 kesên ku hatine înfazkirin kesekî jî Selahattîn Aras a ji gundê Tizyan a Mêrdînê ye.

Cenazeyê Aras ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin û hate diyarkirin ku cenaze dê sibe saet di 11.00'an de ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê were wergirtin û li gundê Tizyanê were definkirin.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR