DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê 2 welatî hatin qetilkirin

13 Ocak
18:54 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê di encama êrîşên tevkujiyê yên li hemberî gel de 2 welatî hatin qetilkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku pêkanînên qirkirinê di roja 31'emîn de berdewam dike, di saetên êvarê de êrîşên li hemberî Taxa Cudiyê giran bû. Di topbaran û gulebarana hêzên dewletê de 2 welatiyên ku navê wan nehat zanîn hatin qetilkirin.

Cenazeyê her 2 welatiyan ji aliyê şêniyên taxê ve hate rakirin û heya kolana Nisêbînê birin. Cenaze li vir bi wesayîta cenazeyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR