DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Buşra ya 10 salî jî jiyana xwe ji dest da

 
15 Ocak
11:26 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê, ji 3 zarokên ji ber topa li mala lê bûn ket birîndar bûn, Buşra Akalin jî jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîra Botan ku êrîşên tevkujiyê yên hêzên dewletê berdewam dike, duh topek ji tankên hêzên dewletê hat avêtin, li malekê ketibû û 3 zarokên di hundirê malê de birîndar bûbûn. Ji zarokên birîndar Yûsûf Akalin ê 12 salî duh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû. Dotmama wî Buşra Akalin a 10 salî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Rewşa tenduristiyê ya Dîlan Akalin jî krîtîk e.

(ekip/çk/sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR