DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Bavê 3 zarokan hate qetilkirin

 
18 Ocak
14:41 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li navçeya Cizîrê Mehmet Kaplan ê bavê 3 zarokan e hate qetilkirin. Zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê ancax piştî 4 rojan rakirin nexweşxaneyê jî hate hinbûn ku rewşa wî giran e.


Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji ber êrîşên hêz3en dewletê windahî her diçe zêdetir dibe. Herî dawî li cadeya Omer Hayyam a taxa Cûdiyê welatiyê bi navê Mehmet Kaplan (35) ê bavê 3 zarokan e hate qetilkirin. Cenazeyê Kaplan ji ber êrîşan li taxê nikare bê wergirtin.

Piştî 4 rojan birin nexweşxaneyê

Zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku beriya 4 rojan li taxa Nûrê hatibû birîndarkirin û ji ber ku ambulans dihat astengkirin welatiyan nekarîn bibin nexweşxaneyê jî ji aliyê ambulansa Şaredariya Cizîrê ve hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hate hinbûn ku rewşa Paksoy pir giran e.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR