DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Paksoy ê DMME ji bo wî biryara tedbîrê girtibû jiyana xwe ji dest da - DEQEYA DAWÎ

 
19 Ocak
12:00 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku li Cizîrê hatibû birîndarkirin û hêzên dewletê nehîştin 4 rojan bigirin jiyana xwe ji dest da. Paksoy ê ku DMME ji bo bibin nexweşxaneyê biryara tedbîrê girtibû cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hate teşhîskirin. Ji ber êrîşan destur nayê dayîn ku yek jê zarok 2 birîndaran bibin nexweşxaneyê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirneşê hêzên dewletê sucên şer didomînin. Duh li taxa Nûrê cenazeyê ku hate wergitin diyar bû ku aydî Huseyîn Paksoy ê di 14'ê çileyê de hate birîndarkirin û hêzên dewletê nehiştin 4 rojan wî bibir nexweşxaneyê ye. Cenazeyê Paksoy serê sibehê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata wî ya ji navçeya Qilabanê hatin û birayê wî Mesut Paksoy teşhîs kir ku cenaze aydî birayê wî ye.

Ambulans 4 rojan hate rawestandin

Li taxa Nûrê Paksoy di 14'ê çileyê de hatibû birîndarkirin û ligel hemû hewldanên Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz hêzên dewletê 4 rojan destur nedabûn ambulansan.

Ji ber ku ambulansên Wezareta Tenduristiyê neçûn, ambulansa Şaredariya Cizîrê çûbû cihê bûyerê. Lê ji ber êrîşên Hêzên dewletê ambulansê nekarîbû li cihê ku birîndar bûye lêgerînê bike û vegeriya bû.

Serî li DMME dabûn

Di nava 4 rojên ku Paksoy birîndar bû parêzer Nuray Ozdogan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû. DMME jî li ser serlêdanî biryara tedbîrê girtibû.

(sa)



EN ÇOK OKUNANLAR