DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Wanê ciwanek hat qetilkirin

 
21 Ocak
21:15 2016

WAN (DÎHA) - Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê tîmên taybet di ser sîteyêkê de girtin û ciwanek qetil kirin.

Li taxa Halîlaga ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polîs û tîmên taybet di ser sîteya Gungor de girtin. Polîsan derdorên sîteyê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û ketin bloka C'yê. Niştecihên sîteyê diyar kir ku piştî tîmên taybet ketin sîteyê di banê avahiyê de dengê teqînek hat û ciwanek hat qetilkirin. Derbarê nasnameya ciwanê ku ji aliyê tîmên taybet ve hat tazîkirin de tu agahî nehat wergirtin û hat ragihandin ku ciwan bi serê xwe hatiye qetilkirin.

Cenazeyê ciwanê li cihê hat qetilkirin disekine.

(gka)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR