DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Welatiyê li Cizîrê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

22 Ocak
17:50 2016

ŞIRNEX (DİHA)- Êrîşên hêzên dewletê yên li ser Cizîrê didomin. Welatiyê bi navê Velî Mûjde ku li Cizîrê birîndar bûbû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji Cîhan Karaman ê ku birîndar bûbû û li taxê ye jî agahî nayê girtin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê êrîşên komkujiyê berdewam dikin. Hêzên dewletê bi tank û topên li derdora navçeyê bi cih kirîn, taxên Cudî û Sûrê topbaran dikin. Di encama topbaranê de gelek mal şewitîn. Ji ber şewata malan dû bi ser navçeyê ketiye.

Top li malê ket

Ji topên tên avêtin yek bi mala 12 kes lê dimînin a li Kuçeya Lale ya Taxa Dagpinarê kir. Topa ne teqiyayî dîwarê malê bi tevahî hilweşand. Ji ber ku top neteqiya windahiya can çênebû lê jiyana welatiyan di bin xeteriyê de ye. Hêzên dewletê li taxên Dagpinar û Alîbeyê di heman demê de bi ser malan de digirin û zordariyê li gel dikin.

Welatiyê birîndar jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Welî Mujde ku hefteya borî di encama êrîşên dewletê de birînar bûbû. Mûjde rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Hate zanîn ku Mûjde îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ji ciwanê birîndar agahî nayê girtin

Di encama êrîşên dewletê de di seatên nîvaro de li Taxa Cudî ciwanê bi navê Cîhan Karaman birîndar bibû. Ji ciwanê bi boneya êrîşên dewletê nikarin rakin nexweşxaneyê, agahî nayê girtin.

Topbarana dewletê ya li ser taxan didome.

(ekip/eb/sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR