DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê kesekî jiyana xwe ji dest da, hejmara birîndaran zêde dibe

 
23 Ocak
21:18 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li taxa Cûdî ya Cizîrê li mala ku top hate avêtin hejmara kesên ku birîndar bûn zêdetir dibe. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku li qada ku êrîş pêk tên hejmara birîndaran bû 28 kes û ji birîndaran yekî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîrê ku êrîşên hêzên dewletê 41 roj in berdewam dike li taxa Cûdiyê ji ber topebarana ji tankan top li malekî ketibû û kesên ku hatibûn birîndarkirin nakirbûnê rakin nexweşxaneyê. Ji ber êrîşan ji birîndaran agahî nayê wergirtin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç di bernameya Med Nûçeyê de diyar kir ku hejmara kesên birîndar derketina 28 kesan û birîndarekî jiyana xwe ji dest daye.

Di nava birîndaran de Midûrê Karên Nivîsan ên Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê PM a DBP'ê Mehmet Yavuzel û Cihan Karaman ê ku ji bo rakin nexweşxaneyê Dadgeha Mafên Mirovan biryara tedbîrê girtiye jî hene. Hate hinbûn ku rewşa Karaman û Yavuzel krîtîk e.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR