DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Karaman ê DMME'yê ji bo wî biryara tedbîrê dabû jiyana xwe ji dest da

 
23 Ocak
22:07 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Ciwanê bi navê Cihan Karaman ê li navçeya Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin û ji bo ku bibin nexweşxaneyê DMME'yê biryara tedbîrê girtibû jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hezên dewletê duh li taxa Cûdiyê ciwanê bi navê Cihan Karaman birîndar kiribûn û destur nedihat dayîn ku rakin nexweşxaneyê. Ji bo ku Karaman bikiribin bibin nexwşexaneyê Dadgeha Mafên Mirovan biryara tedbîrê girtibû. Karaman ê ku hêzên dewletê nehiştin rakin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Piştî birîndarbûna Karaman ambulansa Şaredariya Cizîrê ji bo bibe nexweşxaneyê hatibû lê ji ber topebaranê mecbûr mabû vegere. Karaman îro serê sibehê biribûn cem welatiyên ku di encama topebaranê de il malekî birîndar bûn û li wir li bendê bûn ku bibin nexweşxaneyê. Mala ku Karaman û birîndarên din li wir in jî hedef dihat girtin û topebarankirin. Cenazeyê Karaman li taxê tê rawestandin.


(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR