DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Cizîrê birindarek din jî jiyana xwe ji dest da

 
25 Ocak
20:28 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî êrîşên hêzên dewletê yên li Cizîrê zêdetir bûn gelek tax hatin dorpêçkirin kesên birîndar jî nikarin biçin nexweşxaneyan. Di encama bomberdûmana hezên dewletê 25 kesên ku birîndar bûn û nikarin biçin nexweşxaneyê ev 3 roje li sitargehê tên rawestandin. Ji van birîndaran birîndarê bi navê Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîra Şirnexê ku dibin dorpêçê de ye agahiya mirineke din hat. Li taxa Cudî ya Cizîrê di encama êrîşên dewletê de 3 kesên jiyana xwe ji dest dabû û 25 kesên birîndar bûbûn ji ber dorpêçê nikarîbûn biçin nexweşxaneyê li bendê ne ku biçin nexweşxaneyê ev 3 roje li sitargehê radiwestin, îro yek ji van birîndaran birîndarê bi navê Selamî Yilmaz jî jiyana xwe ji dest da.


Yilmazê ku ji çîpa xwe birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Bi serlêdanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara tedbîrê hatibû girtin lê cardin jî êrîşên hêzên dewletê ranewestiyan. Birîndarên ku li bendê biçin nexweşxaneyê ji ber dorpêçê nikarîbûn biçin nexweşxaneyê bi mirina Yilmazê ku ji çîpa xwe birîndar bû 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

(fk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR