DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Ew secade hê jî bi xwîn e!

 
26 Ocak
09:19 2016

NAZIM DAŞTAN

ŞIRNEX (DÎHA)
- Welatiyê bi navê Omer Maslu yê ku li Sîlopiyê dema ku li mala xwe nimêj dikir û ji aliyê tîmên taybet ve hate hedefgirtin û qatilkirin, bi wêneyên xwe yên li ser secadeyê ya di nava xwînê de di hafizeyan de ma, secadeya wî hê jî li cihê ku hatiye qetilkirin e. Kurê Maslu yê ku cenazeyê bavê wî bi awayekî korsanî hate definkirin, Salîh Maslu nêrînên xwe bi gotina "Ev zilma ku tê kirin bê hesab dê nemîne" anî ziman.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di qedexeya 37 rojan berdewam kir de çîrokên welatiyên ku hatine qetilkirin asta êrîşan radixe ber çavan. Li navçeya ku di nav de zarok jî hene 26 kes hatin qetilkirin. Welatiyê bi navê Omer Maslu yê 69 salê jî dema ku li mala xwe nimêj dikir bû hedefe guleyên hêzên dewletê. Tîmên taybet ên li Midûriyeta Polîna a Sîlopiyê Maslu li mala xwe kirin hedef û qetil kirin, wêneyê secadeya bixwîn a ku Maslu li ser hate qetilkirin di hafizeyan de mabû. ji ber êrîşan cenazeyê Maslu bi rojan li mizgefta taxê hate rawestandin piştre jî ji aliyê polîsan ve bêyî destura malbatê hate revandin û bi korsanî hate definkirin. Zarokên Maslu secadeya bi xwîn a ku bavê wan li ser hatiye qetilkirin hê jî ji wî odeyê dernexistine.

'Dema nimêj dikir qetil kirin'

Kurê Maslu, Salîh Maslu (35) diyar kir ku dema ku bavê wî nîmêj dikir hatiye qetilkirin, dema êrîşê ew ne li malê bûye. Maslu da zanîn ku piştî ku êrîş bihîstine hatine malê lê ji ber êrîşan nekarîne bikevin hundir, ji ber ku nekarîne ji derî bikevin hundir, diwar qul kirine û cenazeyê bavê xwe ji malê wergirtine. Maslu destnîşan kir ku cenaze birine mizgefta taxê û vê carê jî cenaze ji aliyê kujerên bavê wî ve hatiye revandin û bêyî destura wan bi awayekî korsanî hatiye definkirin.

'Hem qetil kirin hem jî wekî terorîst îlan kirin'

Maslu got ku bavê wi yê hatiye qetilkirin ji aliyê dewletê ve wekî terorîst hatiye îlankirin û ev rewş wekî "bêexlaqî" bi nav kir. Maslu wiha axivî: "Hem qetil kirin hem jî wekî terorîst îlan kirin. Li qada ku em lê bûn ne xendek ne barîqat ne jî pevçûn hebû. Êrîşa li dijî sivîlan bû. Jixwe dewletê dizanibû, kî li kû derê ye. Çima kuştin diyar e."

'Dê hesab bidin'

Maslu yê pirsa "Li ser nimêje hedef girtina mirovekî çi îfade dike" kir ev tişt anî ziman: "Ewqas digotin îslam û misilmanî lê li ser sedaceyê mirov qetil kirin. Lê xwedê vê yekê li cem zaliman nahêle. Ev zilma ku bi wî dan jiyankirin dê bêhesab nemîne."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR