DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Bulak li cem Çekvar hate definkirin

 
10 Şubat
14:29 2016

AMED (DÎHA) - Cenazeyê Mahmut Bulak ê li Amedê duh hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve li cem hevalê wî yê taxê Çekvar Çubuk hate definkirin. Bavê Bulak, Ferhat Bulak ê di merasîma cenaze ya ku hevalên kurê wî jî beşdar bûn de axivî gotina "Ez ê ji polîsên ku kujerê kurê min in hesab bipirsim" bi kar anî.

Cenazeyê xwendekarê Lîseya Pîşeyî ya Tîcaretê ya Namik Kemal Mahmat Bulak (16) ê li navçeya Rezan a Amedê di çalakiya şermezarkirinê ya ji bo qatlîama Cizîrê hate lidarxistin de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Bi hezaran kesên ku tevli merasîma cenaze bûn bi dirûşmên "Tolhildan, tolhildan" "Dewleta kujer dê hesab bide" "Qatil Erdogan" ve hêrsa nîşan dan. Di merasîmê de bi dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Silav yên li Cizîr û Sûrê li ber xwe didin" ve berxwedana Sûr û Cizîrê jî xwedîledrekin. Rojnamgerên ku ji bo "Nobeta nuçe" hatin Amedê jî nûçe şopandin.

Hevalên wî yên dibistanê jî di merasîmê de bûn'

Mete Bulak, Newroz Bulak di pêşiya kortejê de cih girt û gotina "Mahmut qetil kirin, tolhildan, tolhildan" bi kar anî. Hevalên Bulak ên dibistanê jî tevli merasîma cenaze bûn û meşiyan. Hevalên Bulak, bi bavê wî re meşiyan.

'Em ê ji polîsên kujer hesab bipirsin'

Di meşa ku hezaran kes beşdar bû de li dijî AKP û Erdogan hêrsekî mezin hebû. Meta Bulak, Leyla Bulak li ser gorê wiha got: "Mahmut tu ji bo nan bikirî çûy. Te qetil kirin. Qedera me kurd bûn e." Bulak pavrekirina dawî ya ku biraziyê wê di hesabê xwe yê medyaya civakî de kiribû ya Ahmet Kaya "Li Amedê hatime kuştin dirêj bûme" bi bîr xist û got ku îro li nava Amedê dirêj bûye. Bavê Bulak jî destê xwe da ser darbesta kurê xwe û gotina "Ez ê ji polîsên ku kujerê kurê min in hesab bipirsim" bi kar anî.

Li cem ÇEkvar hate definkirin

Bulak li cem, Çekvar Çubuk ê di 2'yê kanûna 2015'an de li nêzî Mînareya Çarling a Sûrê hate qetilkirin hate definkirin. Malbata Çubuk jî tevli merasîma cenaze bû û li dijî qatlîaman nerazîbûn nîşan da. Hevalên Bulak li ser gorê rêz girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Hevalên Bulak bi çenteyên li ser pişta xwe ve ax avêtin li ser gora wî.

'Roj roja razanê nîn e'

Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle diyar kir ku li Kurdistanê tu caran qatlîaman qebûl nakin û wiha got: "Dayik û bavê wî bila bizanibin ku ev xwîn dê li erdê nemîne. Li Sûrê cenazeyên me hene. Roj roja razanê nîn e. Divê hemû kes rabin ser piyan."

'Em ê têkoşîna xwe xurt bikin'

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî wiha got: "Dê gelê kurd têkoşîna xwe xurt bike û li ber xwe bide. Em ê ciwanên xwe yên ku jiana xwe ji dest dane ji bîr nekin. Em ê van rojan ji bîr nekin."

Piştî cenaze hate definkirin, girse ji bo sersaxiyê çûn Mala Şînê ya Temîranê.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR