DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Nisêbînê zarokek hate qetilkirin

 
14 Şubat
17:36 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Li taxa Dîcela ya Nisêbînê di êrîşên hêzên dewletê de zarokê bi navê Mugdat Ay hate qetilkirin, Azad Denger jî ji lingê xwe hate birîndarkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxa Dîcleyê de zarokê 12 salî yê bi navê Mugdat Ay ê li kolanê bi hevalên xwe re dilîst hate qetilkirin. Di gulebarana hêzên dewletê de zarokê 16 salî yê bi navê Azad Denger jî ji lingê xwe hate birîndarkirin.

Cenazeyê Ay ê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Denger ê birîndar welatiyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR