DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Artêşa tirk li sivîlan dide: 2 zarok hatin qetilkirin

 
15 Şubat
16:25 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Topbarana hêzên dewleta Tirk a bi çekên giran û bombeyên mîsket a li ser gundên herêma Efrînê û Ezazê dewam dike. Di encama êrîşê de li bajarokê Dêrcemal ê Ezazê du zarokan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrîşa hêzên dewleta Tirk a li ser gundên Ezazê û Efrînê di roja sêyemîn de dewam dike. Li gorî nûçeya ANHA’yê, di êrîşa hêzên dewleta Tirk a îro pêk hat de, bajarokê Dêr Cemal ê girêdayî Ezazê ku 24 kîlometryan dûrî sînor e hatiye topbarankirin. Di encama êrîşa li ser gund de, du zarokan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûne.

Topbarana hêzên dewleta Tirk ên li ser gundewarê Helebê û gundên Efrîn, berdewam dike.

Duh jî ti topbarana artêşa Tirk de li gundê Meryemîn a Efrînê du sivîl hatibû qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bibûn.

(sy)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR