DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Hezexê zaroka 13 salî Fatma Elarslan hatiye qetilkirin

 
9 Mart
13:39 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Hate zanîn ku ji kesên li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin yek Fatma Elarslan a 13 salî ye. Bavê Elarslan Mehmet Elarslan bertek nîşanî rayedarên dewletê yên keça wî weke endama rêxstinê nîşan dan da û wiha got: "Keça min hêj neketibû 13 salan. Hêj li kolanan di lîst. Kesekî wisa dê çawa bibe endama rêxistinê. Lê wijdana wan hatiye asteka hemû kurdên qetil dikin weke endamên rêxistinê nîşan didin."

Cenazeyên welatiyên li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê karên wan ên otopsiyê tên kirin. Hate hînbûn ku ji cenazeyên otopsiya wan hatin kirin yek ayîdî Sevîlay Yildiz (15) û yek jî ayîdî Fatma Elarslan (13) in. Zaroka bi navê Fatma Eraslan ji roja êrîşan dest pê kir heya niha tu agahî jê nedihatin kirin.Bavê Elarslan Mehmet Elarsaln diyar kir ku keça wê ji ber êrîşan li tax asê mabû û wiha got:"Me hewl dida em xwe bigihîninê. Em cenazeyê wê li morgê teşhîs kir."

'Ji ber êrîşan me nekarî xwe bigihîninê'

Elarslan anî ziman ku di dema êrîşan de nekarîn ji mal derbikevin û keça wî ji ber êrîşan li taxekî din asê mabû û wiha got: "Dema qedexeyê dest pê kir em li mal bûn. Keça min biçûk bû. Dervebû. Li kolanan dilîst.Piştî êrîş zêde bûn ji ber ku tirsiya li malekê asê mabû. Ligel her tim em lêdigeriyan me peyda nedikir û em nedigihştinê. Her aliyê Hezexê hatibû girtin. Ji xwe tu kes dernediket derve. Dema qedexeyê dest pê kir kî li kuderê be li wir ma.Tu kes ji ber tê bê kuştin nediçû mala xwe. Ew jî ji ber zarok bû li wir mabû."

'Cenaze li Mêrdînê dîtin'

Elarslan da zanîn ku neçar man li malê bisekinin lê bi tu awayî tu agahî ji keça xwe negirtin û wiha pê de çû: "Di dema qedexeyê de neçar li malê sekînin. Li her derî em li wan geriyan. Êdî di nava cenazeyan de em li keça xwe geriyan. Em dernediketin derve. Lê me xizmên xwe dişandin cenazeyên dişadin cihên cuda. Duh jî hin cenaze birin Mêrdînê û ji bo teşhîsê min dişa xwe şand. Dişa min li morgê cenazeyê Fatmayê teşhîs kir. Em jî ji bo cenaze werbigirin îro ji Hezexê derketin."

'Keça min hêj zarok bû'

Elarslan bilêv kir ku li navçeyên qedexe lê hatin îlankirin hêzên dewletê komkujî pêk anbîn û hemû kurd weke endamên rêxistin dîtin.Elarslan bertek nîşanî rayedarên dewletê yên ku keça wî weke endama rêxistinê nîşan dayîn da got ku keça wî hêj biçûk bû û wiha axvivî: "Keça min hêj biçûk bû. Heke çekê bide destê xwe jî çek dê ji wê mezintir be.ç Ligel wê ji dengê çekan ditirsê. Lê em ji bo wan endamên rêxistinê ne. Li ber çavê wan em terorît in. Tiştên li Cizîrê pêk hatin li vir jî pêk tên. Zarok, jin û kalan qetil dikin. Malan dişewîtînin. Pişt re jî dibêjin 'me terorîst kuştin' Lê keça min hêj 12 salî bû."

Elarslan destnîşan kir ku têkildarî qetilkirina keça xwe de dê serî li her derê bide û pêşiya vî karî bernade.

(ft)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR