DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Geverê mînîbûs hate gulebarankirin: Kesek hate qetilkirin - HATE NÛKIRIN

 
9 Mart
15:34 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li taxa Esentepe ya Geverê hêzên dewletê li Xaçeriya YSE'yê wesayîtek gulebaran kirin. Di gulebaranê de welatiyê bi navê Îlhan Engîn jiyana xwe ji dest da Ferhat Gulseven jî bi giranî bi rînda bû.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku bi awayeke fiîlî rêveberiya awarte heye hêzên dewletê êrîşî taxa Esentepeyê kirin û yi Xaçeriya YSE'yê wesayîta zirxî ya kobrayê rasterast gulebaran kir. Wesayîta ku di rê de derbas dibû hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê Îlhan Engîn (27) û Ferhat Gulseven (28) ên di mînîbusa UPS Kargoyê de ji serên xwe bi giranê birîndar bûn.

Ji ciwanên ku ji serê xwe bûn û Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê Îlhan Engîn jiyana xwe ji dest da, xetereya jiyanê ya Ferhat Gulseven berdewam dike.


Li aliyê din nûçegihanên DÎHA'yên ku li nexweşxaneyê nûçe dişopandin jî demeke kurt ji aliyê tîmên taybet ve hatin lêpirsînkirin.

(sa)







EN ÇOK OKUNANLAR