DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

‘Ji komîteya amadekar tola Newrozê tê hildan’

 
27 Adar
15:22 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek bertek nîşanê binçavkirina Komîteya Amadekar a Newroza Amedê da û diyar kir ku yên ku nikarîbin pêşiya herikandina bi hezaran a Newrozê bigirin, bi binçavkirinan tolê hildidin.

DBP’a Amedê bi tevlibûna parlementera HDP’ê Nursel Aydogan li dijî binçavkirina Komîteya Amadekar a Newroza Amedê li avahiya rêxistinê ya navendê daxuyaniyek çapemeniyê da. Di civîna ku gelek rêveberên HDP û DBP’ê tevli bibûn de Hevserokê DBP’ê ya Amedê Alî Şîmşek axivî û bertek nîşanê qirkirina siyasî da.

Şîmşek anî ziman ku hişmendiya ku 100 sal berê nekarîbû “Plana Şaş Islahatê” bixe meriyetê, niha dixwaze li Sûr, Cizîr, Hezex, Nisêbîn û li her derê Kurdistanê bixe meriyetê û wiha got: “Di bin navê cemaweriya demildest” de dest daye ser navçeyekr û wiha got: “Pêvajoya pêşiya me pir girîng e. Em ê li dijî neçîra binaçavkirinan paşve gav neavêjin.”

‘Bi binçavkirinan tolê hildidin’

Şîmşek da zanîn ku bi xebatên ku komîteya tertîbêçêkir, li Amedê dîmenek dîrokî ya Newrozê derket holê û wiha dom kir: “Kesên ku nekarîbûn pêşiya herikandina bi hezaran a Newrozê bigirin, ji komîteyê tolê hildidin. Me jî heman sûcê ku hevalên me xistine binçavan kirine. Ji ber neçîra binçavkirinan em ê paş ve gav neavêjin.”

‘Ev 30 sal in serî nehatiye tewandin’

Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî da zanîn ku dê dewlet bi van polîtîkayan serkeftinê bi dest nexe û wiha got: “Gelekî ku 30 sal in li hemberî van polîtîkayan serî tewandibe tune ye û dê ev yek jî pêk neyê. Çawa ku operasyonên 2009 û 2012’an bi ser nekevin dê ev operasyon jî bi ser nekevin.”

‘AKP dixwaze navçeya xwe ava bike’

Aydogan wiha berdewam kir: “Serokomar Erdogan dibêje ez “Makeqanûnê nas nakim” Niha jî bi Lijneya Wezîran biryara ji bo Sûrê ku demildest girt, dibêjin em mirovên li Sûrê dijîn jî nas nakin. AKP dixwaze li Sûrê navçeya xwe ava bike. Berê çawa ku bi ser neketin dê niha jî bi ser nekevin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN