DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dema binçavkirina Komîteya Amadekar a Newrozê dirêj kirin

28 Adar
12:21 2016

AMED (DÎHA) - Dema binçavkirina 7 kesên ku têkîldarî pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibûn binçavkirin hate dirêjkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkîldarî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê 4 lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Hafîze Îpek, Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Seydî Firat, Endamê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Husnu Pervane, parêzer Mahmut Çîftçî, Abdulganî Alakan û pêşkêşvan Ayşe Çelîkbîlek hatibûn binçavkirin. 6 kesên ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin. Hevserokê SES'ê yê Amedê Ramazan Kaval ê ku di serdegirtina malê de ji ber ku ne li malê bû nehat pinçavkirin, duh li Stenbolê hate binçavkirin û anîn Amedê.

7 kesên ku li bendê bûn îro derxînin dozgeriyê, dema wan a binçavkirinê careke din hate dirêjkirin. Piştî ku îfade bên temamkirin li bendê ye ku 7 kesan sibêhê derxînin dozgeriyê.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN