DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Komîteya Amadekar a Newrozê sewqî dadgehê kirin

29 Mart
14:45 2016

AMED(DÎHA) - Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de 7 endamên Komîteya Amadekar a Nêwrozê ên hatin binçavkirin, sewqî dadgehê kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbareyê Newroza di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê hat pîrozkirin de 4 lêpirsînên cuda dabû destpêkirin û di çarçoveya van lêpirsînan de Seroka Komîteya Amadekar û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Seydî Firat, endamê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Husnu Pervane, Parêzer Mahmût Çîftçî, Ramazan Kaval, Abdûlganî Alakan û pêşkeşvan Ayşe Çelîkbîlek ên di 26'ê adarê de hatibûn binçavkirin piştî karên li muduriyeta polîsan ew sewqî dadgehê kirin.

Îfadedayîna endamên Komîteya Amadekar a li dozgeriyê didome.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR