DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Komîteya Amadekar banga tevlibûna mitînga Amedê kir

 
29 Tîrmeh
15:05 2016

AMED (DÎHA) - Di 31'ê Tîrmehê de bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê mitînga "Ji derbeyê re na demokrasî ha niha" bê li darxistin. Komîteya Amadekar a Mitîngê aşkera kir ku wan destûra pêwîst girtiye û baga beşdarbûna mitîngê hat kirin.

Dê di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Jinên Azad (KJA) ê de li Qada Îstesyonê ya Amedê li dijî derbeyê mitînga "Ji derbeyê re na demokrasî a niha" bê li darxistin. Mitînga ku dê ji bo şermezarkirina derbeyê û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bê li darxistin, di 31'ê Tîrmehê saet di 15.00'an de dest pê bike. Dê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî beşdar mitîngê bibe. Komîteya Amadekar li ber avahiya DBP'ê ya Amedê der barê mitîngê de daxuyanî da çapemeniyê û banga beşdarbûna mitîngê kir.

Serokê Komîteya Amedekar Abbas Ercan diyar kir ku wan destûra mitîngê ji walitiyê girtiye û bang li gelê Amedê kir ku beşdarî mitîngê bibin.
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek aşkera kir ku lidarxistina mitîngê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û avakirina jiyanek demokratîk gelekî girîng e, ji bo pêşî li derbeyan bên girtin û azadî û wekhevî pêk bê beşdarbûna mitînga li Qada Îstasyonê gelekî girîng e.

Hevserokê HDP'a Amedê Cabbar Laygara jî da zanîn ku dê di mitîngê de ji derbe û OHAL'ê re bêjin na û ji bo Tirkye ji kaosê derkeve hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re gelekî girîng in.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN