DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

50 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê

 
21 Ağustos
09:17 2016

DÎLOK (DÎHA) - Li Dîlokê di êrîşa bombeyî ya li dijî daweyetekî de welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan 50 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê.

Hejmara welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya li dijî dawetê de jiyana xwe ji dest dan her diçe zêdetir dibe. Têkîldarî teqînê walîtî û HDP'ê daxuyaniyên cuda tên heta niha 50 cenaze anîn Saziya Tiba Edlî ya Dîlokê. Otopsiya 41 cenazeyan hatin temamkirin. 9 cenaze jî otopsiya wan didome.

Cenazeyên ku otopsiya wan hate kirin rakirin Morga Goristana Yeşîlkentê.

Hejmara birîndaran 100'ê derbas bûye û tê gotin ku herî kêm rewşa 30 kesan giran e ji ber vê yekê jî dibe ku hejmara miriyan zêdetir be.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR