DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

'2 kesên bi tirkî diaxivîn bombe ji dur ve teqandin'

 
21 Ağustos
19:10 2016

DÎLOK (DÎHA) - Têkîldarî qatlîama Dîlokê detayên nû yên ku şahidên bûyerê vegotin derket holê. Şahîdê bûyerê diyar kir ku wesayît ewil li ber avahiya DBP'ê hate bicihkirin û piştre derbasî dawatê bûn, 2 kesên ku bi tirkî diaxivîn zarokekî 12 salî yê êlek bi wî dabûn lixwekirin li wir hiştin û ji dur ve teqandin.

Der barê teqîna ku li Dîlokê pêk hat û 51 kesan jiyana xwe ji dest dan 17 jê giran 69 kes jî birîndar bûn de detayên nû bi vegotinên şahidan derket holê. Li gorî agahiyên şahiden bûyerê dan êrîş ji êrîşên Enqere, Pirsûs û Amedê cuda ye. Şahidan anîn ziman ku li taxê dema ku dawet berdewam dikir ji wesayîta li ber dikanekî sekinî 3 kes hebûn, peya bûn û ji bo hevalekî xwe yên bi kelecan bû av kirîn, ji ber ku li taxê kurd dijîn ev kesên biyanî bal kişandin ji ber vê yekê jî dikandar pirsa "Hûn biyanî ne, di vî saetê de li çi digerin" kiriye û 3 kesan jî kesê 12 salî nîşan dane û bi tirkî gotina "hevalê me gelek bi heyecan e, avakî bide bila vexwe em ê biçin" bi kar aniye.

'Wesayît ewil li ber DBP'ê hate bicihkirin'

Şahidan dan zanîn ku zarokê biçûk piştî ku av vexwariye kesên navborî ji dikanê çûne piştî demekî teqîn çêbûye û vê yekê kesê ku bombe teqandiye zarok e piştrast kiriye. Şahidan gotin ku wesayît ewil li ber avahiya DBP'ê ya ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nobet hatiye destpêkirin hatiye bicihkirin û dema ku govend hatiye gerandin zarokê navborî ketiye nava girseyê hatiye tetaqdin. Şahidên din ûn bûyerê jî di heman fikrê de ne ku zarok ji wesayîtê hatiye teqandin.

'Bi tirkî diaxivî'

Gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên kiryar zarokekî 12-14 salî ye û ya "yan teqiya yan jî hate teqandin" jî ji aliyê şahidan ve hate piştrastkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku 2 kesên ku bi tirkî diaxivîn zarok danîne cihê ku dixwazin û piştre teqandine. Li gorî gotinan 2 kesên ku zarok teqandin 100 metre durî bûyerê sekinîne.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR