-
Girtina rojnameyan berdewam dike
20:35 21.05.2012
14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbalê piştî der barê Rojnameya Ozgur Gundemê de cezayê girtina mehekê da û li ber berterên zêde biryar paşve kişand, niha jî 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê der barê Rojnameya Demokratik Vatan de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" mehek cezayê girtinê da. 2
-
Li sêgoşeyê pevçûn 14:44 21.05.2012 Di operasyona li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê ya 9 rojin berdewam dike pevçûn derket. Di pevçûnê de tîmeke taybet jiyana xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku herêma pevçûnê ji aliyê helîkopteran ve hate bombebarankirin. 1
-
Buldan bang li Serokwezîr kir: Muhatab Birêz Ocalan e
14:36 21.05.2012
Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku Dayîkên Şemiyê bi boneya Hefteya Windayan a Navneteweyî dê li ber Girtîgeha Yenîpazarê ya Aydinê ya ku Mehmet Agar lê dimîne dê daxuyaniyekê li dar bixin. Buldan, bersiv da daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û wiha got: "Şuna hûn mirovên li çiyayan sor bikin divê hûn li riyên wan ji çiyayan daxin lêbigerin û peyda bikin. Li gorî min divê ev yek bi aliyê wan ê siyasî re muzakere nebe. Ez dibêjin heke li Tirkiyeyê bi milyonan kesan Birêz Ocalan ji xwe re rêberê îlan kiribe divê ev rastî bê dîtin." 1
-
Li Amedê 3'emîn Fuara pirtûkan sibê dest pê dike 14:28 21.05.2012 3'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi sernavê "Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê" sibê dest pê dike. Fuara ku 135 weşanxane tev lê bibin dê zêdeyî 44 bername bên lidarxistin. 3
- Li Bedlîsê 35 cerdevanan çek berdan 13:48 21.05.2012 Li Bedlisê piştî endamên HPG'ê bi boneya hesap ji kuştina 15 endamên jin yên HGP'ê bipirsin 5 cerdevan û keyayê gundê Şêxcuma binçavkirin, 35 cerdevanên gundê Şêxcûbayê dest ji çekan berdan.
-
'Ziman sembola herî girîng a neteweyan e' 13:36 21.05.2012 Endamê Komîsyona Ziman ê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Osman Ozçelîk, encamnameya komxebata "Perwerdehiya bi zimanê dayîkê" bi daxuyaniyekê aşkere kir. Ozçelîk diyar kir ku her netewe û her gel xwediyê mafê parastin, domandin û pêşxistina zimanê xwe ne û wiha axivî: "Ziman bi mafê perwerdehiyê dikare jiyana xwe bidomîne. Ziman sembola neteweyan a herî girîng e. Qedexe kirina zimanan, kuştina zimanan e. Kuştina zimanan kuştina neteweyan e. 6
-
Di doza KCK'ê de daxwaza guhertina hekîm hate kirin 12:46 21.05.2012 49'emîn rûniştina 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku ji doza sereke ya KCK'ê tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar, anî ziman ku ji ber sekn û helwesta Serokê Heyeta Dagehê Menderes Yilmaz, êdî bêalîtî û serxwebûna xwe winda kiriye û xwest serokê heyeta dadgehê bê guhertin. Aktar, da zanîn ku Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz Muharrem Erbey xwest tev li merasima cenazeyê xezûrê xwe bibe, lê ligel "Zagona Haberalê" destûr nehat dayîn û xwest serokê heyetê bê guhertin. 1
-
Malbata Acar: Em ji mirinê vegeriyan 12:02 21.05.2012 Welatiyê bi navê Hamît Acar ê ku li herêma operayona sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlîkê tu agahî jê nedihatin girtin, diyar kir ku ew ji mirinê vegeriyan û wiha got: "7 rojan her tim bombe barandin. Ji bo ku em neyên kuştin bi pateyê sor ê ku me bi darekê ve girêda dema ku helîkopter derbas dibûn me dihejan û bi vê yekê me xwest ku em çotkarin nîşan bidin. Rojên gelek bi zor bûn." Acar, anî ziman ku li herêmê 12 helîkopter hebûn ji wan 8 helîkopteran her tim herêm bombe dikir. 4
-
Li Manîsayê di bin baranê de konsera 'Berbanga Azadîyê' 11:12 21.05.2012 Li Manîseyê bi tevlêbûna gelek hunermendan di bin barana zêde de konsera Berbanga Azadîyê hate lidarxistin. Bi hezaran welati tev li konserê bûn. 17
-
Jinên karker hem debar û hem jî barê malê li ser pişta wan e 10:05 21.05.2012 Jinên karker ên di fabrîqeyên naylon û plastikan de ji serê sibê heta êvarî dixebitin; hem debarê û hem jî karê malê dikin. Jinên ku bi roj di fabrîqean de dixebitin, evaran jî heta derengê şevê karê malê dikin. Jina ciwan a bi navê Yagmur Can anî ziman ku hem dixebite û hem jî karê malê dike û wiha got: "Ez hefteyê 150 TL heqê destê xwe distînim. Em ji bo bijîn neçarin bixebitin. Wekî din kar tune." 16
JIN
Jin ji bo konferansa jinan çûn Herêma Federal a Kurdistanê
6
Jinên karker hem debar û hem jî barê malê li ser pişta wan e
16
Eziz: Konferansê jinan ji bo Kongreya Neteweyî gaveke mezine
1
Jinên rêveberiyên herêmî 2'emîn konferansê li Amedê li dar dixin
5
Omer: Ji bo mêr tev li konferansê nebe protokol hatiye îmzekirin
1
